GOTINÊN RÊNÎŞANDER
170
TL
250
TL
Di nav civakê de û bi teybetî di civaka Misilmanan de hinek pirsgirêkên mezin hene. Ev pirsgirêkên hanê civakî, derûnî, zanîstî, siyasî, exlaqî û dînî ne. Ev pirgirêkên cuda dibin sedema nexweşî, zilm, feqîrî, bindestî û bêaramiyê. Pêwîst e ku em pêşî van pirsgirêkan bizanibin qena em pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lewra nexweşiyên neyên teşxîskirin nayên dermankirin jî û pirsgirêkên neyên fêmkirin safî nabin. Ji ber vê yekê min di vî warî de ayetên Qurana Pîroz, hedîsên Pêxemberê Xwedê û gotinên navdaran nivîsandin. Di dawîya pirtûkê de jî di heqê van pirsgirêkan û ji bo çareseriya wan hinek heqîqetan anî ziman
Pirtûk çar beş e. Di beşa pêşî de min li gor hinek mijarên girîng mealên Ayetên Qurana Pîroz anîne berhev. Mealên Quranê ji wergerên cuda hatine hilbijartin. Hin caran ew meal û bêjeyên ku ciyê Erebî bi temamî nedigirt min wan digorand. Bi rastî, mirov çi jî bike meal cihê Quranê nagire. Ji ber ku Qurana Pîroz kelama Xwedê ye, hemû ayetên wî wecîz û mu’cîze ne û di her ayetên Quranê de dersên girîng hene. Ji ber vê yekê mealên Quranê cihê Quranê nagire. Ji bo ku em van mealên ayetan tam fêm bikin divê em serî li tefsîrên Quranê bidin.
Beşa duyemîn ji gotinên Pêxemberê Xwedê (s) pêk hatiye. Min ev gotinên Pêxemberê Xwedê (s) ji kitêba Riyadus-Salihîn hilbijartine. Ev kitêb li gor mijaran hedîsên Pêxember cem kiriye. Ev kitêba hedîsan li cem aliman zêde bi qedr e û tê de ji bo civakê ders û ibretên girîng hene.
Beşa sêyemîn jî ji gotinên alimên Îslamê, ji gotinên navdaran û ji gotinên min pêk ten ku binyata van gotinan Qurana Pîroz, Hedîsên Pêxemberê Xwedê, zanayên mezin û cerbandina jiyana min e.
Hêvîdar im ku ev berhema girîng ji bo min, ji bo Misilmanan û ji bo hemû mirovan re bibe rênîşander.
Sadullah TAŞAN

Kargo ücreti: 120 TL
Bu dükkanda 1.000 TL ve üzeri siparişlerde kargo ücretsiz.